Li gorî ragihandina Ajansa Nûçeyan a Navneteweyî ya Ehl-ul-Beyt (s.x) — ABNA —Li gel hatina meha Muherremê, şeva duşemê 15ê Hezîranê, piştî nimêja mexribê, di merasîmekê de ala reş a ku li ser herema pîroz a Îmam Husên (S) dihat hejandin, li mizgeft û navenda çandî ya Zeynebiyeyê hat daliqandin.
Ev merasîm ku ji aliyê Navenda Xizmetên Olî ya Zeynebiyeyê (s.x) ve hat organîzekirin û bi hezaran evîndarên Îmam Husên (S) tê de amade bûn, bi xwendina ayetên ji Qurana Pîroz dest pê kir.
Piştî xwendina Quranê, merasîm bi axaftina Serokê Encûmena Bilind a Yekîtiya Ulemayên Ceferî ya Tirkiyeyê (CABÎR), Hucetulîslam Seyîd Seccad Husênî berdewam kir. Husênî di axaftina xwe de bal kişand ser girîngiya vê rojê û got: ‘Hûn bi ragihandina piştevaniya xwe ya bo bindestan, ji keramet û şerefa mirovahiyê re xwedî derdikevin. Her kesê ku li hember Kerbela û Aşûrayê bêdeng bimîne, ew ê li hember zilmên ku îro li cîhanê diqewimin jî bêdeng bimîne. Îro li Xezze, Libnan, Îran û Yemenê bi hezaran însan; jin, zarok û kal û pîr tên qirkirin. Eger em li hember azarên bindestan hêsiran dibarînin, ev encama dersa ku me ji Kerbela û Aşûrayê wergirtiye ye.’
Wî her wiha anî ziman: ‘Eger em li hember zilmên îroyîn bêdeng bimînin, di rastiyê de me Kerbela û Aşûrayê bi awayekî rast fêm nekiriye. Çawa ku em Yezîd lanet dikin, îro jî divê em hêzên siyonîst û emperyalîst ên ku dest davêjin qirkirina bindestan, şermezar bikin. Wateya rastîn a zindîgirtina Kerbela û Aşûrayê ev e.’
Di dewama merasîmê de, evîndarên Ehl-ul-beytê (S) bi meresîyekirin û sîneyê (sinezenî) xemgîniya xwe nîşan dan. Merasîm bi xwendina duayan û daliqandina ala reş a herema pîroz a Îmam Husên (S) berdewam kir.
Merasîma navborî ku bi beşdariya gelê ji deverên cuda yên Stenbolê hat lidarxistin, piştî berzkirina dirûşmeya ‘Lebbeyk ya Husên’ bi dawî bû."




…”
“Dawiya peyamê /”
“Etîket (Tag):”
- Aşûra
- Îran
- Kerbela
- Xeze
- Libnan
- Stenbol
- Tirkiye
Your Comment